Amnesty: Îranê di xwenîşandanên 2022yan de tawanên li dijî mirovahiyê kirine

.

 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ragihand ku rayedarên Îranê di xwenîşandanên 2022yan ên piştî mirina Jîna Emîniyê de tawanên li dijî mirovahiyê kirine.

Di wan xwenîşandanan de bi sedan kesan canê xwe ji dest dabû.

Amnesty her wiha destnîşan kir ku serkutkirina xwenîşandanên îsal jî bi heman şêwazî bûye lê bi asteke gelekî berfirehtir.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi minasebeta derbasbûna çar salan a di ser xwenîşandanan re raporek bekav kir û tê de qala wê yekê kiriye ku kiryarên hikûmeta Îranê gihîştiye asta tawanên li dijî mirovahiyê.

Li gorî raporê di nav wan tawanan de kuştin, şkencekirin, destdirêjiya seksî û windakirin hene.

Rêxistinê hişyarî jî daye ku kiryarên desthilatdaran, destpêka îsal "di asteke gelekî bi xwînîr û şokker de bûn.

Rêxistinê di rapora xwe de navê 87 berpirsên Îranî eşkere kiriye.

Şeş ji wan berpirsan paşê di êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê de hatin kuştin.

Rêxistin di wê baweriyê de ye ku ev kes di zincîreya fermandariyê de berpirsyar in û divê li dadgeheke navneteweyî werin darizandin.

Xwenîşandanên berfireh ên sala 2022yan wekî tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" hatin naskirin.

Ew xwenîşandan piştî mirina Jîna Emîniyê derketin holê.

Jîna Emînî Jineke Kurd a 22 salî bû û ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê bû.

Ew 13ê Îlona 2022yan dema ku çûbû Tehranê, bi hinceta ku hîcaba wê "ne guncav e" ji aliyê "polîsên exlaqê" ve bi awayekî nerewa hat desteserkirin û şkencekirin.

Jîna Emînî 16ê Îlona 2022yan 3 rojan piştî desteserkirinê, li nexweşxaneyekê canê xwe ji dest da. Ew nerazîbûn di dîroka nû ya Îranê de xwenîşandanên herî mezin bûn.

Ew rewş wisa ma heta ku destpêka îsal ji ber bihabûna jiyanê xwenîşandanên berfireh derketin holê.

Ew xwenîşandanên nû jî 8 û 9ê Kanûna Paşîn gihîştin lûtkeyê.

Rapora hezar rûpelî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî balê dikişîne ser xwenîşandanên sala 2022yan.

Li gorî raporê, kiryarên hikûmeta Îranê ên li hemberî xwenîşandanên sala 2026an bi heman şêweyî bûye û gelekî tundtir bûye.

Sekretera Giştî ya Rêxistina Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Agnes Callamardê got:

"Ew belgeyên berfireh ên ku di rapora me de hatine komkirin û analîzkirin ti gumanan nahêlin. Desthilatdarên Îranê ji bo serkutkirina serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' ya sala 2022yan, tawanên li dijî mirovahiyê kirine."

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî xwest ku "mekanîzmayeke dadweriya tawanên navneteweyî ava bike da ku ew kes werin darizandin ên ku herî zêde rola wan di van binpêkirinan de heye."

Kuştinên derveyî qanûnê

Di nav wan 87 berpirsên ku navên wan di raporê de derbas dibin de Rêberê Bilind ê berê Elî Xaminêyî û fermandarên pilebilind ên Artêşa Pasdaran a Îranê hene ku îsal di şer de hatin kuştin.

Lê kesên din ên wekî Ehmed Wehîdîyê ku wê demê Wezîrê Karên Navxwe bû û niha fermandarê Artêşa Pasdaran e, hîn jî sax in.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe de dibêje:

"Hêzên ewlehiyê di serkutkariyên navbera Îlon û Kanûna Pêşîn a 2022yan de bi awayekî derqanûnî bi sedan xwenîşander û welatiyên sivîl kuştine. Di nav wan de bi dehan zarok jî hebûn.

Hêzên Îranê bi hezarên kesên din rû bi rûyî desteserkirina tesadifî, zindanîkirina bêpêwendî, windakirin, şkence yan jî kiryarên xerab kirine.

Wan her wiha destdirêjiya seksî û tundiya seksî ya din li hemberî hinek girtiyên xwenîşandanan kiriye."

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dibêje ku wan kariye nasnameyên 377 xwenîşander û kesên sivîl piştrast bikin ku di xwenîşandanên sala 2022yan de canê xwe ji dest daye.

Ji wan 56 zarok bûn.

Herî kêm 326 ji wan rasterast ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin.

Hêzên ewlehiyê bi taybetî ji nêz ve bi guleyan li wan xistiye.

"Komkujiyeke bêmînak"

Mîno Mecîdiya 62 salî yek ji wan kuştiyan e ku navê wê di raporê de ye.

Wê Îlona 2022yan di xwenîşandaneke li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê de bi guleyê canê xwe ji dest dabû.

Keça Mîno Mecîdiyê ya bi navê Mehsa Pîrayiya ku li derveyî Îranê dijî ji AFPyê re gotiye:

"Dayîka min li ser kolanê hat kuştin. Ew ji bo guhertinê çûbû ser kolanê da ku qêrîna 'azadî'yê bike.

Cîhan wisa dizane ku xwenîşandan tenê ji bo azadiya jinan bûn. Belê wisa bû lê di heman demê de ji bo azadiya hemû xelkê û ji bo mafê jiyanê jî bû."

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kiriyarên îsal ên hikûmeta Îranê wekî "komkujiyeke bêmînak a bi hezaran xwenîşander û welatiyên sivîl" bi nav kiriye.

Mehsa Pîrayiyê amaje bi wan bi dehan kesan da ku di xwenîşandanên kanûna paşîn de hatine desteserkirin û metirsiya bidarvekirina wan heye û got:

“Hewldana ji bo pêkanîna dadperweriyê, hinek ji bo dayîka min e lê di heman demê de ji bo hawargihiştina wî xelkê zêde ye ku hîn jî di metirsiyê de ne."

Di nav wan kesan de Elî Zarî jî heye.

Wî di xwenîşandanên sala 2022yan de çavekî xwe ji dest dabû û piştre çûbû Almanyayê.

Lê ew îsal vegeriya Îranê û hat desteserkirin û paşê cezayê bidarvekirinê li wî hat birîn.

Mehsa Pîrayî li ser vê yekê jî got, "Pêwîst e em bi dengekî bilind navê wan bilêv bikin."

Kurdistan Haberleri

Di Navbera Daxwaza Zanistî û Polemîka Sîyasî de Nîrxandina Kritik Li Ser Berhemê Serkan Acar “Rusya’da Kürdoloji Çalışmaları”
Grûpên çekdar ên Iraqê plana kontrolkirina çekan red dikin
Li Rojhilatê Kurdistanê kolan vala man, Jîna Emînî nayê jibîrkirin
Fuad Husên: Li Berlînê behsa mana hêzên Almanyayê ya li Îraqê nehat kirin
Mezlûm Ebdî derbarê bûyera li Girtîgeha Kobaniyê daxuyanî da