Amnesty bo zanîna çarenivîsa 75 hezar kesên Sûrî kempîn da destpêkirin

Rêxistina Lêborîna Navdewletî anku Amnesty Internasional kempînek ji bo eşkerekirina çarenivîsa 75 hezar girtiyan li Sûriyê ragihand.

Pêgeha fermî ya Rêxistina Lêborîna Navdewletî ragihand, ew kempîn ji bo eşkerekirina çarenivîsa girtî û kesên windabûyî yên li Sûriyê ye.

 

Amnesty herwiha daye xuyakirin, ku zêdetir ji 75 hezar kesan li Sûriyê girtî yan windayî ne, ku piraniya wan li ser destê hikûmeta wî welatî hatine girtin an windakirin.

 

Di kempîna xwe, wê rêxistina navdewletî daxwaz kiriye, ku ji bo eşkerekirina çarenivîsa wan kesên girtî û windayî guvaş li ser hikûmeta Sûriyê bihê kirin.

 

Amnesty herwiha destnîşan kiriye, ku li Sûriyê gelek tawanên şer çêbûne û daye zanîn, ku15 hezar kes di bin îşkenceyê de li Sûriyê hatine kuştin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin