Amnesty: Bila Tirkiyeyê binpêkirinên li Efrînê rawestîne

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) ragihand, opozîsyona Sûriyê di ber binpêkirinên li Efrînê dibin de berpirsyar e û daxwaz ji Tirkiyê kir, kiryarên çekdarên opozîsyonê li Efrînê rawestîne.

Pispora di Amnestyê de Diana Saman li Beyrûtê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, çekdarên opozîsyonê jî di ber kiryarên revandina welatiyan, dizî û talankirina mal û milkên Efrînê de berpirsyar in.

Diana Saman daxwaz ji Tirkiyê kir, fişarê li grûpên çekdar ên ser bi wê ve bike û binpêkirinên wan ên li dijî yasayên navdeweletî rawestîne û gerentiya selametiya sivîlan bike.

Herwiha daxwaz ji hikûmeta Sûriyê kir jî, eşkenceyê girtiyan rawestîne û çarenivîsa bi dehan hezaran girtiyên di zîndanên wê de aşkere bike û termên kesên canê xwe jidest dane radestî malbatên wan bike.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) berî 2 mehan jî di raporteke xwe de ragihandibû, Tirkiye li Efrînê hêzeke dagîrker e û ew di ber parastina jiyana welatiyan berpirsyar e û divê pabendî yasayên navdewletî bibe.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin