Amerîkayê welatiyên xwe bo Tirkiyê hişyar kir

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyeke nivîskî hişyarî da hemwelatiyên xwe bi sedema ku girtînên kêfî û êrîşên terorî û got neçin Tirkiyê.

Di bangewaziya wezareta derve de, hişyariya neçûna Tirkiyê ji bo hemwelatiyên Amerîkî tê dayîn û tê xwestin planên xwe ji nû ve binirxînin.

Di daxuyaniyê de xeteriya li Tirkiyê wekî rêza 3yem û ya sînorên Sûriye-Iraqê jî wekî xetera rêza 4em hatiye nîşandin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê navê çend bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Batman, Bedlîs, Diyarbekir, Entab, Hatay, Kilîs, Mêrdîn, Riha, Şirnex, Dersîm û Wanê jî rêz kiriye ku dibe li wan deveran hemwelatiyên Amerîkî bikevin tengaviya xizmetên lezgîn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin