Amerîkayê projeya Erdogan red kir û hişyarî da

.

 Musteşara wezareta karên derve ya Amerîkayê ku ji karên siyasî berpirse Victoria Nuland ragihand ku bi kirîna S-400 an ku Tirkiye ji Rûsyayê kirîbû, dorpêçên danîbûn ser Tirkiyê hê jî dewam dikin. Nuland got; eger Tirkiyê sîlihên sîstemên giran ji Rûsyayê bikire, dê dorpêçên nû deynin ser Tirkiyê.

Victoria Nuland, di celseya Sanatoya Amerîkayê ya li ser Tirkiyê de bersiva pirsên sanatoran da. Nuland weha got:

“Dorpêçên ku Amerîkayê bi sedema Tirkiye ji Rûsyayê sîstema S-400 an kirîbû, dorpêçên ku bi vê sedemê hatibûn danîn ser Tirkiyê dewam dikin. Eger Tirkiye ji Rûsyayê sîstema sîlihên giran bikire, dê dorpêçên nû bo ser Tirkiye bên danîn.”

Şîrketa Rûsyayê ya bi navê Rosoboronexportê ragihandibû ku nêze peymana duyem ya S-400 an bi Tirkiyê re bê îmzekirin.

Piştî Tirkiye ji projeya F-35 an hat derxistin, Rûsya gotibû ku ew amade ne balafirên Su-35 û Su-57 an bifroşin Tirkiyê.

Amerîka li ser mijara Kibrisê ya vekirina herêma Maraşê bi her awayî naxwaze lê Tirkiye biryarê daye ku qismen devera Maraşê veke. Ev bû sedema berteka Amerîkayê.

Li terefê dinê Amerîka dixwaze Tirkiye ewlehiya balafirxana Kabîlê bigre ser xwe û di mijarê de timatiya Tirkiyê dike.

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be