Amerîkayê li ser Iraqê gef li Îranê xwar

Rêveberiya Amerîkî hişyarî da Îranê û radgihand, her êrîşek li dijî berjewendiyên Amerîkayê li Iraqê bê kirin, Taran li ser wê berpirs e.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert ragihand, ku di çend rojên çûyî de, bi mûşekên katyoşa êrîşî balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê û kunsulxaneya wan li Besrayê hat kirin, di heman demê de, baregehên partiyên Kurdî li Koya hatin bordûmankirin.

Heather Nauert diyar kir, ku Îran bi riya mîlîşyayên xwe, kar ji bo têkdana aramiya navçeyê dike.

Herwiha navhatî tekez kir, ku her welatiyekî Amerîkî li Iraqê canê xwe ji dest bide, ew ê Îran li ser wî karî berpirs bibînin.

Nakokiyên di nav Amerîka û Îranê roj bi roj kûrtir dibin, bi taybet piştî ku Amerîka xwe ji Rêketina Etomî ya li gel Îranê vekişand û çendîn sizayên tund li ser Taranê sepand.

Biryar e di Mijdara dahatî de Rêveberiya Trump sizayên tûndtir li ser Îranê bisepîne, ku di encama sizayên berî niha de, aboriya Îranê bi awayekî balkêş têk çûye û nirxê Riyalê Îranê gellekî daketiye.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin