Amerîkayê karwaneke din a alîkariyê ji Wezareta Pêşmerge re şand

.

 Amerîkayê karwaneke din a alîkariyê ji Wezareta Pêşmerge re şand û li gor zanyariyan, biryar e îro ew alîkarî ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve bê wergirtin.

Cîgirê Supasalarê Pêşmerge Lîwa Qareman Kemal daye zanîn, Amerîkayê beşeke din a alîkariyê ji bo Wezareta Pêşmerge şand.

Qareman Kemal destnîşan kir, îro ew alîkarî radestî Wezareta Pêşmerge tê kirin û got, ew alîkarî ji bi dehan wesayîtên serbazî yên ji cûrê Hummer û kereste û pêdawîstiyên serbazî pêk tê.

Roja 28/07/2021, nêzikî 60 Hummer, barhilgir û ambulans ji aliyê Hevpeyaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ve radestî Wezareta Pêşmerge hatin kirin û Qareman Kemal destnîşan dike: “Ev alîkarî berdewam tên.”

Cîgirê Rêveberê Grûpa Şêwirmendên Serbazî Todd Burrows li hejmara xwe ya Twitterê li ser vê mijarê peyamek belav kir û eşkere kir, ew dê berdewam bin li ser şêwirmendî û piştgiriya “Pêşmerge yê hevpeymanê me” ji bo têkbirina DAIŞê.

Roja 26ê meha derbasbûyî jî Hevpeymaniya Navdawletî 50 Hummerên serbazî, 3 tankên avê û 3 barhilgirên mamnavend radestî Hêzên Pêşmerge kiribûn.

Navenda Medyayê ya Wezareta Pêşmerge li ser vê mijarê diyar kir: “Bi berdewamiya komek û alîkariyên ku Hevpeymanan pêşkêşî Hêza Pêşmergên Kurdistanê dikin, beşek ji wan gihişt destê Hêzên Pêşmerge û di merasîmeke taybet de bi amadebûna efserên bilind ên Wezareta Pêşmerge û Hevpeymanan, îmzeya dayîn û wergirtina wan ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî û Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin.”

Ew programa alîkarî û pirçekkirina lîwayên Wezareta Pêşmerge ji sala 2014an ve destpê kiriye û berdewam Hêzên Hevpeyman alîkariyan pêşkêşî Wezareta Pêşmerege dikin.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e