Amerîkayê ji bo wergirtina zanyariyan li ser 3 serkirdeyên PKKê xelat diyar kir

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo dayîna zanyariyan ji bo naskirina wan an jî wergirtina zanyariyên derbarê cihê 3 serkirdeyên PKKê de 12 milyon dolar xelat diyar kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareya Derve ya Amerîkayê, ji bo Hevserokê KCKê Cemîl Bayik 4 milyon dolar, ji bo Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Murad Karayilan 5 milyon dolar û herwiha ji bo Endamê Komîteya Rêvebir a PKKê Duran Kalkan 3 milyon dolar xelat hatiye diyarkirin.

 

Hat ragihandin ku ev biryar piştî serdana Cîgirê Şêwirmedê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Palmar a bo Enqerê de hate dayîn.

 

Matthew Palmar piştî serdana xwe ya ku 2 rojan berdewam kirî daxuyaniyek nivîskî belav kir.

 

Palmar da zanîn ku rêveberiya Waşîntonê girîngiyê pê hevkariya ligel Tirkiyê dide û got di vê çaroveyê de  Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo dayîna zanyariyan ji bo naskirina wan an jî wergirtina zanyariyên derbarê cihê 3 serkirdeyên PKKê de xelat  diyar kir.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin