Amerîkayê îdiaya NBCyê ya radestkirina Fethullah Gulen red kir

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert îdiayên televizyona NBC ku gotibû, dê Amerîka li beramberî bûyera kuştina Cemal Kaşikcî, radestkirina Fethullah Gulen bo Tirkiyê binirxîne, red kir.

Nauertê got, “Li ser vê mijarê em bi hevkarên xwe yên Koşka Spî re axivîn, ji me re gotin ku ti nîqaşeke wiha nehatiye kirin.”

 Heather Nauert, di civîna heftane ya rojnamevanî de li ser pirsa rojnamevanan wiha axivî: “Li ser vê mijarê ji Tirkan gelek daxwaz ji me re hatin. Em hê jî delîlên hikûmeta Tirkiyê yên derbarê Gulen de dinirxînin. Ev pêvajoyeke bi temamî di bin banê Wezareta Dadê de ye. Dikarim vê bibêjim ku ev du mijarên ji hevdu cuda ne. Herwiha li ser vê mijarê em bi hevkarên xwe yên Koşka Spî re axivîn, ji me re gotin ku ti nîqaşeke wiha nehatiye kirin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin