General LaCamera got: “Eger HSD bi Rûsya yan jî bi rêveberiya Esad re hevkariyê bike, Li gorî yasayên Amerîkayê em dê alîkariyên leşkerî yên ji bo HSDê rawestînin.
LaCamera da xuyakirin, yasaya Amerîkî hevkariya li gel Rûsya û hêzên Esed qedexe dike.
Wî generalê Amerîkî yê Hevpeymaniya Navdewletiya li Dijî DAIŞê tekez kir, ew dê li ser rahênan û biçekkirina hêzên HSDê berdewam bin eger ku ew hêz hevpeymanên wan bimînin.
General LaCamera di bersiva vê pirsê de ku ‘gelo hûn dê berdewam bin li ser piştevaniya bo HSDê eger ku HSDê hevpeymanî li gel Esed kir’, got: “Wê demê em dê pêwendiya xwe li gel HSDê qut bikin, ji ber ku ew dê biçin ba Esed, ku ti pêwendiyên me li gel wî nînin, an jî ba Rûsya, û êdî ew namînin hevbeşên me.”