Amerîkayê hişarî da welatiyên xwe: Geşta Tirkiyê rîsk e

Amerîka hişyarî dide welatiyên xwe ku pêdeçûn li ser geştên xwe yên bo Tirkiyê bikin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku geşt bo Tirkiyê rîsk e. Li Tirkiyê gefa êrîşên terorê heye û divê welatiyên Amerîkî pêdeçûn li ser geşta xwe ya bo Tirkiyê bikin û xwe ji cihên qelebalix û ji sînorê Tirkiye û Suriyeyê dûr bigrin.

Herwiha li Tirkiyê hêzên ewlekariyê dehan hezar kesan zindanî kirine û di nava wan de welatiyên Amerîkî jî hene. Divê welatiyên wan xwe ji xwenîşandanên dijî hikûmeta Tirkiyê jî dûr bigrin û encama rexnekirina hikûmeta Tirkiyê zindanîbûn e.

Wezareta Derve ya Amerîkayê meha borî jî di derbarê geşteke bo Tirkiyê de hişyarî dabû welatiyên xwe.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin