Amerîkayê gef li Îranê xwar: Zahf salvegera we nemaye ku pîroz bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump, bo Îrana ku 40emîn salvegera damezirandina xwe pîroz dike got: "Rejîma li Îranê tenê serneketîbûneke 40 salî hilberandiye. Gelê Îranê pêşerojeke hîn paktir heq dike"

Serokê Amerîkayê Donald Trumpî, li ser hesaba twîtterê di derbarê Îranê de  ku 40emîn salvegera xwe pîroz dike twîttek avêt. 

Trumpî got: "Gendelî, zext û terora 40 salî. Rejîma Îranê tenê serneketîbûneke 40 salî hilberandiye. Gelê Îranê pêşerojeke hîn paktir heq dike."

Li aliyekî din Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Koşka Sipî John Boltonî jî ji ser hesaba fermî ya Koşka Sipî, peyameke bi vîdyoyî belav kir û bi awayekî eşkere gef lê xwar.

Boltonî got: "Îranê gelê xwe û welatên derûdora xwe terorîze dike û hê jî li pey peydakirina çekên nukleerî ye ku çavê mirovên hemû cîhanê bitirsîne û bi berdewamî fînansoriya terorên li Sûrî, Iraq û Rojhilata Navîn dike, ev yek nayê qebûlkirin. Û jê xirabtir ev e ku gelê Îranê di nav tengasiyeke pir cidî de ye, bêkarî û enflasyon di asta herî bilind de ye. Ji niha pê de ez bawer nakim ku zafh salvegera we ya damezirandinê nemaye ku hûn pîroz bikin."

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin