Amerîkayê êrîşa PKKê bi tundî şermezar kir

.

Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê, êrîşa PKKê ya dijî hêzên Pêşmerge li devera Metînayê bi tundî şermezar kir û ew êrîş wekî êrîşeke hovane bi nav kir.

Di peyama ku Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê belav kiriye de hat gotin ku ew bi tundî êrişên hovane yên PKKê li dijî Pêşmerge şermezar dikin.

Balyozxaneya Amerîka diyar kir, Pêşmerge şirîkên me yên wêrek in û emê bi dostên xwe yên li Herêma Kurdistanê re bimînin û pêwendiya xwe bi karên hevbeş ji bo bicihanîna aramiyê nîşan didin.

Balyozxaneya Amerîka hevxemiya xwe ji bo malbatên şehîd û birîndarên êrîşê anî ziman.

Çekdarên PKKê doh 5ê Hezîranê li devera Metîna ya Duhokê êrîşî hêzên Pêşmerge kiribûn ku di wê êrîşê de 5 pêşmerge şehîd bûn û 7 pêşmerge jî birîndar bûn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin