Amerîkayê êrişa li Efrînê şermezar kir

.

Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa li dijî nexweşxaneyekê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyek nivîskî de Berdevkê Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Ned Price êrîşa li ser Efrînê wek “hovane” bi nav kir û diyar kir ku ev êrîş bû sedema mirina zarok û xebatkarên tenduristiyê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kir ku sivîl û binesaziyên sivîl, nexweşxane jî di nav de, divê tu carî nebin hedefa êrişan û got, “Em êrişên duh li dijî nexweşxaneya Şîfa ya li bajarê Efrînê ya Sûriyê bi tundî şermezar dikin.”

Price herwiha got, “Koordînatên vê nexweşxaneyê bi mekanîzma pêşîlêgirtina pevçûnan a Neteweyên Yekbûyî re hatin parvekirin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê destnîşan kir ku ev êrîş perçeyek e ji tundûtîjiya ku vê dawiyê li bakurê rojavayê Sûriyê zêde bûye û got, pêdivî ye ku êriş bi dawî bibin. Ned Price banga agirbestê û kêmkirina tundûtîjiyê li seranserê Sûriyê jî kir.

Li Efrînê, di êrîşa dijî nexweşxane û navenda bajêr de, 14 kesan canê xwe ji dest dan û 32 kes jî birîndar bûn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye