Amerîkayê du berpirsên Supaya Pasdaran xiste nav lîsta sizayan

Amerîkayê 2 berpirsên Supaya Quds a Îranê bi tometa piştevaniya li tevgera Talîban a Efxanistanê ceza kirin.

Amerîkayê ragihand, wan ew ceza bi alîkariya Erebistana Siûdî, Behrêyn, Îmarat, Kuwêyt, Qeter û Umanê bi ser 9 kesên îranî, pakistanî û efxanî de sepandiye. Du ji wan kesan berpirsên Supaya Pasdaran û yên din berpirsên Talîbanê û pakistanî ne.

 

Wezareta Gencîneya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihandiye, wan Berpirsê Navenda Perwerdeya Supaya Quds, Îsmaîl Rezewî û efserê wê Supayê, Mihemed Îbrahîm Uhedî ji ber ku alîkariya serbazî, locestîkî, darayî û teknolojîk dane Talîbana Efxanistanê,  xistine nav lîsta dorpêçan de.

 

 

Berpirsên Îranê hertim red kirine, ku piştevanî li çekdarên Talîban a Efxanistanê kiribin û tekez dikin.

 

Ew daxuyanî di demekê de hate belavkirin, ku Wezîrê Gencîneya Amerîkayê, Steven Mnuchin li Erebisatan Siûdî ye.

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin: Alîkariyên perwerdehî, darayî û dayîna çekan ji aliyê Îranê ve bo Talîbanê mînakeke din a destwerdanên aşkere yên Tehranê û piştgiriya wî welatî ji terorîsmê ye.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin