Amerîkayê derbarê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da

.

 Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê êrîşên bi balafirên bêmirov ên ser Rojavayê Kurdistanê yên artêşa Tirkiyê, dilgiraniya nîşan da û daxwaza aramkirina rewşê kir.

Li gorî nûçeya Rûdawê berdevkek li ser navê Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser êrîşa îro Yekşemê bi ser otomobîleke Rêveberiya Xweser li bajarê Qamişlo de ragihand: “Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê pir dilgiran e derbarê nûçeyên taybet bi zêdebûna çalakiyên leşkerî li Bakurê Rojhilatê Sûriyê.”

Rayedarê Amerîkî herwiha gotiye, “Em piştgiriya mana hêlên agirbesta niha dikin û hemû aliyan jî teşwîq dikin ku rewşê aram bikin.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye