Amerîkayê bang li Tirkiyê kir û bal kişand ser girîngiya demokrasî 

.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, li ser hevdîtina yekema Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Blînken û Çavuşoglu li ser mijarên Sûriye, Afganistan û destpêkirina danûstandina Tirkiyê bi Yûnanistanê re axivî ne û hat diyarkirin ku Blînken bang li Tirkiyê kiriye S-400ên Rûsî ji destê xwe derxin.

Herwiha Blînken nîgeraniya xwe bo vekişîna ji Peymana Stenbolê ya li hemberî tundiya dijî jinan aniye ziman û girîngîpêdan û rêzgirtina li saziyên demokratîk û mafên mirovan bo Tirkiyê bibîr xistiye.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye