Amerîkayê artêşeke nû şand Sûriyê

Televîzyona Amerîkî Fox Newsê ragihand ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê yekîneyeke nû rêkiriye Herêma El Tanfê ya Sûriyê. Herêma Tanfê di bin qontrola Amerîka û koalîsyonê de ye.

Li gorî agahiyê, Rûsya hişyarî kiriye ku li wê herêmê hinek çekdar ji bo êrîşê amadekariyan dikin. Li ser vê yekê Washingtonê jî hêza xwe ya leşkerî li herêmê zêdetir kir.

Fox Newsê cih da peyvên Berdevkê Fermandariya Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) Willian Urban û wiha dewam kir. “Amerîka bi Rûsya, Hukûmeta Sûriyê an jî bi komeke dî ya ku hukûmetê destek bike re şerekî nû naxwaze.”

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin