Amerîka: Vekişîna ji Rojavayê Kurdistanê wê zextên 3 welatan li ser Kurdan zêde bike

.

Di beşeke rapora Dezgeha Îstixbarata Niştimanî ya Amerîkayê de ku li ser Sûriye, Iraq û Rojhilata Navîn belav kiriye de zextên li bi taybet li ser Kurdan têne kirin hatiye bibîrxistin.

Li gorî raporê heger Amerîka ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê vekişe, wê zextên li ser Kurdan zêdetir bibin ku welatên Rûsya, Sûriye û Tirkiyê guvaşê li ser Kurdan dikin.

Di beşa Rojhilata Navîn a raporê de, li ser krîza Sûriyê tê gotin, hêzên Amerîkayê li Sûriyê rûbirûyî gefên Îran, Sûriye û komên çekdar dibin û behsa guvaşên li ser Kurdan tê kirin ku tê gotin: “Îsal jî Kurdên Rojavayê Kurdistanê rastî zextên mezin ên sê aliyên Tirkiye, Rûsya û Sûriyê dibin.”

Herwiha hatiye destnîşankirin ku heger Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê vekişe, wê zextên li ser Kurdan jî zêdetir bibin.

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan