Amerîka û welatên YEyê li djî Belarûsê ambargoyên berfireh radigihînin

.

 Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) jî di nav de, hevalbendên wê li dijî bi dehan sazî û kesên Belarûsî ambargo ragihandin.

Washington û hevalbendên wê dixwazin kiryarên cezayî yên dijî Serokomarê Belarûsê Alexander Lukashenko û hikûmeta wî zêde bikin.

Bi ambargoyên dawî, hêzên rojavayî dixwazin zexta ser Lukashenko pirtir bikin ku ew bi sextekarîya di hilbijartinan de û guvaştinên dijî rikeberîyê tê tawanbar kirin.

YE dide zanîn ku Lukashenko rê li ber koçberan vedike ku ew li sînorên yekîtîyê bibin kêşe. Welatên rojava Rûsya jî bi piştgirî Lukashenko tawanbar dikin.

Ambargo roja pêncşemê di navbera Amerîka, Kanada, Brîtanya û YE de hat kordîne kirin. Wan di daxuyanîyê de bang li Lukashenko kir ku pêla koçberan ya li sînorên welatên YE’ê rawestîne.

Amerîka dijî 12 sazîyan û 20 kesan tole ragihandine ku di wan wan de karbidestên hikûmetê û kurê Lukashenko hene.

Washingtonê danûstandina Amerîkîyan ya bi banka Belarûsê re jî sînordar kir.

Wezîra Derve ya Kanada Melanie Joly dîyar kir ku Ottawa dijî 7 sazîyan û 24 kesan tole ragihandine.

YEyê 17 sazî û 11 kes xistin lîsteya reş ku bi vî awayî hejmara kesên ku dijî wan tole hatine ragihandin bû 183 û ya sazîyan jî bû 26.

Wezareta Derve ya Belarûsê ragihandin ew tole bo fetisandina welêt û gel hatine ragihandin û dîyar kir ku ewê bersîva wan toleyan bidin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike
Netanyahu bersiveke tund da Erdogan: Li welatê xwe Kurdan qir dike