Amerîka û Îran nêzîkî peymanê ne: Naveroka pêşniyarê çi ye?

.

Amerîka û Komara Îslamî ya Îranê nêzîkî îmzekirina lihevtêgihiştineke yekrûpelî ne da ku dawî li şer bînin.

Malpera Axiosê ji zarê 4 berpirsên payebilind ên Amerîkayê ragihand ku Washington li benda bersiva Tehranê ye.

Bang li ser çend xalên sereke ye û eger heye ku di nava 48 demjimêrên pêşiya me de bipêşketineke mezin çêbibe.

Ev bipêşketin piştî wê yekê tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump îro berê sibehê di postekê de daxuyaniyek da.

Trump ragihand ku eger "Îran razî bibe wan tiştan bide yên ku me li ser wan li hev kiriye" dibe ku şer bi dawî bibe.

Trump her wiha amaje bi wê yekê kir ku eger Tehran razî bibe, dê Operasyona 'Xezeba Destanî' bi dawî bibe û dorpêça li ser Tengava Hurmizê were rakirin.

Trump hişyarî da û got, "Eger wisa nebe, dê bombebaran bi awayekî gelekî tundtir ji berê dest pê bike."

Di pêşniyara Amerîkayê de çi heye?

Li gorî zanyariyên Axios û Reutersê, ew pêşniyar lihevtêgihiştineke ji 14 xalan pêk tê ye.

Ev pêşniyar ji aliyê Nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff û Şêwirmendê Trump Jared Kushner ve tê birêvebirin.

Xalên wê yên herî girîng ev in:

1. Dawîanîna şer û qonaxa veguhastinê: Ragihandina bidawîhatina fermî ya şer a li herêmê. Her wiha destpêkirina qonaxeke 30 rojî ya dan û standinên dijwar ji bo gihîştina peymaneke daîmî.

2. Vekirina Tengava Hurmizê: Rakirina sînordarkirina çûn ş hatina keştiyan a li Tengava Hurmizê û rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê.

3. Pirsa dewlemendkirina uranyumê: Îran dê ji bo demkê (ku di navbera 12 û 15 salan de ye) dewlemendkirina uranyumê rawestîne. Piştî wê demê jî tenê dikare heta ji sedî 3,67an dewlemend bike.

4. Depoya etomî: Îran dê pêbend be ku dê ti carî li pey çeka etomî neçe. Her wiha dê ti tesîsa wê ya atomî di bin erdê de nebe.

5. Kontrola navneteweyî: Tehran dê bi kontrolkirinê razî bibe. Di nav de kontrolên ji nişka ve yên ji aliyê çavdêrên navneteweyî ve jî hene.

6. Dosyeya uranyuma dewlemendkirî: Yek ji xalên herî hestiyar veguhastina uranyuma dewlemendkirî ya niha ya Îranê ya bo derveyî welêt e (Îhtîmal heye ku ji bo Amerîkayê bê veguhastin).

7. Rakirina bloka li ser pereyan: Amerîka dê pabend be ku bloka li ser bi milyaran dolarên cemidandî yên Îranê yên li bankeyên cîhanê rake û dê qonax bi qonax cezayan rake.

Vekişîna Trump û daketina bihayê petrolê

Ji ber van bipêşketinan, Donald Trump biryar da ku operasyona "Projeya Azadiyê" rawestîne.

Armanca vê operasyonê parastina keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê bû.

Berpirsên Koşka Spî dibêjin ku ev biryar nîşaneya "niyetpakiyê" ye.

Li gorî wan berpirsan, ev biryar nîşan dide ku di dan û standinan de bipêşketineke rasteqîn heye.

Nûçeya vê peymanê yekser bandoreke mezin li bazarên cîhanê kir.

Bihayê petrola xav a brent ji sedî 11 daket û her bermîla wê bû nêzîkî 98 dolaran.

Veberhêner geşbîn in ku dê bidawîhatina şer bibe sedema aramiya mesrefên vejenê yên li cîhanê.

Astengiyên li ber peymanê

Tevî geşbîniyan, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku mijar "gelekî aloz û teknîkî ye."

Rubio li ser wê yekê ketiye gumanan bê ma dê serkirdayetiya Îranê karibe biryareke çarenivîssaz bide yan na.

Li gorî gotina Rubio, serkirdayetiya Îranê niha "parçebûyî ye."

Di vê lihevtêgihiştinê de qala 2 daxwazên berê yên Amerîkayê nehatiye kirin.

Ew daxwaz jî sînordarkirina bernameya mûşekî ya Îranê û bidawîanîna piştgiriya ji bo komên çekdar ên hevpeymanên Tehranê yên li herêmê ne.

Niha cîhan li benda 48 demjimêrên pêşiya me ye.

Gelo dê Tehran vê "rûpela çarenûssaz" îmze bike, an jî dê herêm ber bi qonaxeke nû û dijwartir a bombebaranan ve biçe?

Rojhilta Navîn Haberleri

Trump: Egera destpêkirina êrîşên li ser Îranê heye
Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?
Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e