Amerîka û Çîn rêketineke bazirganî vajo kirin

Serokê Amerîka Donald Trump û Cîgirê Serokê Hikûmeta Çînê Liu He îro roja çarşemê 15.01.2020an rêketineke bazirganî ya pêşîn ragihand ku dawî li hîn bacên heyî bîne û rê li ber kirîna berhemên Amerîkî yên ji alîyê Çînê ve veke.

Navenda Nûçeyan- Washington û Pekîn “Qanaxa Yekê” wek pêngaveke girîng ya di nermkirina alozîya bazirganî ya navbera her du dewletan de bi nav kiribû ku her yek ji wan bi pêngavên tundtir bersîvdana hevdû didan.

Amerîka û Çîn du ekonomîyên herî mezin yên cîhanê ne û reqbûna wan yên di mehên dawî de bandorên neyênî li ser aborîya cîhanê kiribû.

Trump, bi hazirbûna Liu He li Qesirspî got:“Em bi hevre çewtîyên berê rast dikin û sibêroja dadmendîyeke aborî û ewlekarî jibo karker û corkarên Amerîkî û bona malbatên wan misoger dikin.”

Lihevkirina Qonaxa Yekê ku di meha Berfanbarê hatibû îmza kirin, hemî bacên Amerîkî yên yên plankirî li ser berhemên Çînî yên wek telefon, pêlîstok û kompîterên serçok betal kirin.

Herwiha, bacên ser bi nirxê 120 mîlyar dolar berheên Çînî yên wek televîyon, guhdankên Bluetooth û sol bi nîvî, nizim kiribû asta % 7.5

 

 

 

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan