Amerîka: Tirkiye jî li dijî operasyona Idlibê ye

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Tirkiye û Amerîkya li ser wê yekê hemfikirin ku ew ti êrişekê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve ser bi herêma Idlibê qebûl nakin.

Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo peywendiyeke telefonî pêk anîn.

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê peywendiya telefonî ya di navbera Mike Pompeo û hevtayê wî yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu de daxuyanî da.

 

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pirgirêkên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de û mijara egera operasyona Idlibê hate gotûbêjkirin.

 

Li gorî daxuyaniyê Çavuşoglu û Pompeo tekez kirine ku operasyonekê li dijî Idlibê nayê qebûlkirin.

 

Di daxuyaniya wezaretê da wiha hat gotin: "Wezîr Michael R. Pompeo îro bi têlefonê ji Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ra axivî û herdu wezîr mutabiq bûn ku heke rejima Esed êrîşî Îdlibê bike, ev nayê qebûlkirin û wê rageşiya li Sûriyeyê zêde bike. Her wiha Wezîr (Pompeo) li ser girîngiya ku berdana Andrew Brunson sekinî. Wezîran li hev kirin ku seba fikarên hevpar û çareserkirina pirsgirêkan axaftin û hevdîtin dewam bikin.”

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin