Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemedê ragihand ku Amerîka dixwaze Sûriyeyê li ser paşeroja xwe biryarê bidin.
Salvegera 79emîn a damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Amerîkayê hat pîrozkirin.
Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemed jî tevlî bernameyê bû û ji Rûdawê re axivî.
Sînem Mihemedê diyar kir ku bi hemû endamên Kongreya Amerîkayê re pêwendiya wan heye û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî ji hinek endamên Kongreyê re nameyên nivîskî şandine.
Sînemê diyar kir, “Sûriyeyeke nenavendî dê ji pirsgirêkan re bibe çareserî” lê “Hikûmeta Şamê naxwaze diyalog bi pêş bikeve û Şam bi paş de gavan diavêje.”
Berpirsê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê yê Kar û Barên Amerîkayê Quteybe Îdlibî ji Rûdawê re ragihand ku Şam û Rêveberiya Xweser li Parîsê li hev nacivin û civînên wan dê li Şam û Rojavayê Kurdistanê bidomin.
Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Fransayê Kerîm Qemer jî da zanîn ku hikûmeta Şamê ew ji “betalbûna” civînên Parîsê agahdar nekirine.
Sînem Mihemedê jî eşkerek kir ku “Hikûmeta Şamê civînên Parîsê sekinandine” û got, “Ev helwesteke ne baş bû.”
Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemed ji Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde re axivî:
Rûdaw: Rewşa li Rojavayê Kurdistanê gelekî hestyar e û li gel hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dan û standinên we hene û Amerîka pir girîngiyê dide van dan û standinan. Hûn li Washingtonê nêrîna îdareya Donald Trump çawa dibînin. Ew hikûmeteke nenavendî yan navendî dixwazin an jî Amerîkayê ev yek ji dan û standinên we û Şamê re hiştiye?
Sînem Mihemed: Di navbera me û Şamê de diyalog heye. Dê li Parîsê jî diyalogek çêbûya lê mixabin aliyê Şamê ew sekindiye, ev jî helwesteka gelekî negatîv bû, ne baş bû çimkî weke Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser Sûriyeyeke aram û Sûriyeyeke ku di nav hemû pêkhateyên wê de wekhevî heye û bi Şamê re diyalogeke cidî hebe projeya me ye. Ev ji bo me gelekî girîng e.
Ji bo me rêya diyalogê vekirî ye. Em dixwazin hemû pirsgirêkên ku derdikevin bi diyalogê çareser bikin. Mixabin hikûmeta Şamê heta niha bi paş de gav avêtine, naxwaze diyalog bi pêş bikeve.
Dema me got em amade ne ku em herin Parîsê wan Parîs sekinand. Em hêvî dikin ku em karibin bi rêya diyalogê pirsgirêkên heyî yên hemû gelê Sûriyeyê çareser bikin.
Her wiha girîng e ku em ji bo pêkanîna Peymana 10ê Adarê ya ku di navbera General Mezlûm (Ebdî) û Birêz Ehmed Şer de hatiye îmzekirin mekanîzmayekê pêk bînin.
Ji hikûmet û îdareya Amerîkayê re avakirina îstiqrara li Sûriyeyê girîng e. Ew navendîtî yan nenavandîtiyê ji bo xelkê Sûriyeyê dihêlin. Xelkê Sûriyeyê çawa li hev bike ew bi wê re ne.
Me jî weke Bakurrojhilatê Sûriyeyê gelek konferans çêkirin. Hemû pêkhateyên Sûriyeyê tevlî wan bûn. Hemûyan jî diyar kir ku nenavendîtî dê bibe çareya pirsgirêkên heyî yên li Sûriyeyê.
Rûdaw: Helwesta îdareyê tiştek e û helwesta Kongreyê tiştekî din e. Endamên Kongreyê yan jî endamên Meclisa Pîran piştgiriyeke gelekî mezin didin HSD û Rojavayê Kurdistanê. Me dît ku bi rêya Skypeyê di navbera General Mezlûm Ebdî û endamê Kongreyê de hevdîtin çêbû û em dizanin ku di navbera General Mezlûm û endamên Kongreyê de namê jî hene. Hûn helwesta Kongreyê çawa dibînin? Yanî ji aliyê mafên Kurdan û mafên pêkhateyên din ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ve jî bandora helwesta Kongreyê ya li ser siyaseta îdareya Donald Trump çawa ye?
Sînem Mihemed: Bi hemû endamên Kongreyê re têkiliya me heye. Me rewşa heyî bi wan re nîqaş kiriye. Hikûmeta li Şamê niha bi rengekî yek, bi tonekî yek kar dike. Endamê wê hikûmetê hemû girêdayî merkeza wan in. Kesî ji pêkhateyên Sûriyeyê nîne.
Mesele ji aliyên Kurd, Elewî, Durzî û bakurrojhilatê Sûriyeyê ve hîn pirsgirêkên mezin hene û çareser nebûne. Heta niha kontrola Hikûmeta Şamê li ser wan bajarên di bin destê wê bi xwe de tune, tevlihevî heye û aramî jî çênebûye.
Endamên Kongreyê van hemû pirsgirêkan dibînin. Endamên Kongreyê pirsgirêkên li Beravê, Sîwêdayê û heta pirsgirêkên bi Xiristyanan re yên weke êrişa ku li ser dêreke wan hat kirin, li ber çavan digirin û dibêjin ku em nikaran cezayên li ser Sûriyeyê bê şert rakin û divê mafê pêkhateyan parastî be heta ku ew jî cezayan rakin, ev xal ji bo hikûmeta nû gelekî girîng e. Yek ji şertê wan parastina mafên Elewî, Durzî û Kurdan e.
Ev helwesta Kongreyê ji bo Kurdan û hemû pêkhateyên Sûriyeyê erênî ye. Me daxwaza xwe ji Kongreyê re eşkere kir ku em dixwazin Hikûmetek li Şamê bê avakirin ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê tê de cih bigirin.
Ev helwesta me wê bandorê li ser îdareya Amerîka jî bike ji ber ku civînên berdewam di navbera Serokê Amerîkayê û endamên Kongreyê yan wezîrê wan yê karên derve tê kirin. Me nameyek ji bo hemû endamên Kongreyê şand, ev gelekî baş bû û bersiva wan jî erênî bû.
Rûdaw: General Mazlûm name ji hemû endamên Kongreyê re şand?
Sînem Mihemed: Ji hinekan re şand, hem ji Demokratan re û hem jî ji Komariyan re şand û helwesta wan baş û erênî bû. Hemû dibêjin ji niha ji hikûmeta li Şamê metirsî heye, dizanin ku berê ew kî bûn û çawa bûn.
Ji ber wê jî dixwazin hemû pêkhateyên Sûriyeyê werin parastin, her wiha Kurd jî werin parastin û mafên Kurdan jî di wê hikûmetê de misoger bibin. Ev jî helwesta wan bû, helwesta wan ji me re gelekî erênî bû.
Rûdaw