Amerîka: Sûriye bûye qada ceribandinê ya Rûsyayê

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert axifî û got: “Rûsya niha Sûriyê weke qada ceribandina balafirên xwe yên xeyalet SU-57 bi kar tîne.”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert beyana xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de da û Rûsyayê kir hedefa xwe.

Nauert weha got: “Gelek karên Rûsyayê hene ku bike. Di mijara avakirina aştiyê, parastina sîvîlan û alîkariya mirovahî de divê gelek tiştan bike.”

Nauert her weha got ku pêvajoya Astanayê têk çûye û bi ser neketiye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin