Amerîka Ser S-400'an Careke Din Bang li Tirkîyê Dike

.

Berdevikê Wezareta Berevanî ya Amerîka John Kirby di preskonferansê de li ser pirsekê derbarê S-400 yên Tirkîyê ji Rûsya sitandine axifî.

Kirby bi bîr xist ku wan ji bo wan muşekan Tirkîye ji bernameya çêkirin û firotina hevbeş ya firokên F-35 derxistiye û dîyar kir ku ew rewiş didome.

‘’Ger em dubare bikin, em bang li Tirkîyê dikin ku Tirkîye radestkirina sîstema S-400 rawestîne û wî sîstemê ji dest xwe derxe’’ Kirby got.

Wî da zanîn ku di 10 salên dawî de gelek caran fersend ketiye destê Tirkîyê ku ji Amerîka sîstema Patriot bistîne, lê Enqere li şûna wan S-400 ya Rûsya bijartine.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price jî du hefteyên borî dîyar kiribû ku helwesta Amerîka ya bo S-400’an neguherîye.

Price gotibû ku S-400 bo ewlekarîya NATO gefan çêdike û bang li Enqerê kiribû wan muşekan ji dest xwe derxe.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye