Amerîka rapora Cemal Kaşıkçı belav kir: Biryara girtin û kuştinê Prens Selman daye

.

Îstîxbarata Amerîkayê rapora di derbarê girtin û kuştina rojnamevan Cemal Kaşıkçı de amade kiribû hat belavkirin. Li gor raporê biryara girtin û kuştina rojnamevan Cemal Kaşıkçı welîahdê Erebistan a Si’ûdiyê Selman Muhammed Bîn Selman daye.

Rapor di wexta serokê Amerîkayê Donald Trump de ji aliyê DNI de hatibû amadekirin lê Trump nehiştibû rapor belav bibe. Di raporê de desteka CIA û beşên din yên îstîxbaratên Amerîkayê heye. Di raporê de di mijara rojnameger Cemal Kaşıkçı de weha têgotin:

“Em gihan wê encamê ku welîehdê Erebistanê Selman Muhammed, bo rojnamevanê ji Erebistana Si’ûdiyê Cemal Kaşıkçı bo li Tirkiyê li bajarê Îstenbolê bê girtin an bê kuştin, fermana operasyonê daye.

Li gor encama em gihanê; Prens Muhammed bin Selman kontrola mekanîzmayên biryardayînê dike, di kuştinê de nûnerekî herî girîng û tîma ewlehiyê ya Selman cîh girtine, prens, Kaşıkçı di nava wan de temamê muxalifên li derveyê welat bi şiddetê bêdeng dike.”

Rojhilta Navîn Haberleri

Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?
Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin