Amerîka plana lêdana mîlîşyayên Iraqê datîne

Wezareta Berevanîyê ya Amerîka (Pentagon) ferman daye serkirdeyên xwe yên serbazî, ta plana lêdana mîlîşyayên Iraqê yên bi wekalet ji ber Îranê ve şer dikin deynin.

Navenda Nûçeyan - Rojnameya “New York Times” di raportekê de hûrgilîyên di navbera Wezareta Derve û Wezareta Berevanîyê û serkirdeyên serbazî yên Amerîkî li Iraqê belav kirin.

New York Times nivîsîye, piştî zincîreyek ji êrîşên mîlîşyayan ser binkeyên Amerîkî li Iraqê, hefteya bûrî Pentagonê hejmarek rêkar ji hêzên Amerîka li Iraqê re derkirin.

Rojnameyê dîyar kirîye, fermandarên mezin ên Amerîka li Iraqê hişyarî dane ku lêdana mîlîşyayan, dê şerekî xwînane jê derdikeve û dibe encamên berûvajî bidin û dibe şerekî bi Îranê re rû bide.

Di wê derbarê de Generalê Amerîkî Robert White bersiva Pentagonê daye û gotîye ku erkê wan li Iraqê rahênankirina hêzên Iraqî di di şerê li dijî DAIŞê de ye, ji ber wê pêwîstîya wan bi hêzên zêdetir li Iraqê heye.

Li gor zanyarîyên wê rojnameyê, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîka Robert O'Brien bi arasteyê wê yek diçin, êrîşî Îran û mîlîşyayên ser bi wê ve bikin, bi taybet ku niha vîrusa Korona li Îranê belav bûye.

Lê Wezîrê Berevanîyê Mike Esper û Fermandarê Fermandarîya Hevbeş a Amerîka Mark Milley ji her gurkirina leşkerî nîgeran in.

K24

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe