Amerîka: Piştî vekişînê dê ti kes nikaribe êrîşî HSDê bike

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Robert Palladino ragihand ku dema leşkerên Amerîkî ji Sûriyê vedikişin dê ti kes nikaribe êrîşî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bike.

Paladino di civîna rojnamevanî de bersiv da pirsên rojnamevanan û got, “Dema leşkerên me ji Sûriyê bi awayekî ewle vedikişin dê ti kes nikaribe êrîşî HSDê bike ku pêkhateya hêza Kurdî (YPG) ya nav HSDê jî tê de. Ez niha zêdetir pê ve neçim.”

Palladino li ser hêza erka hevbeşa ku Wezîrê Tirk Çavuşoglu gotibû, wan li ser pêkanîna wê bi Amerîkayê re li hev kiriye jî got, “Min derbarê hêza erka hevbeş de ti nûçe nedîtine, nikarim şîrove bikim.”

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê herî dawî li ser nîqaşên avakirina herêma ewle jî da xuyakirin, “Amerîka metirsiyên Tirkiyê yên ewlekariyê cidî digire. Li ser vê mijarê em bi Tirkiyê re di nav danûstandineke çalak de ne.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin