Amerîka peymana bi Îranê re û hêzên din yên cîhanê re xurt û berfirehtir dike

.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîka Antony Blinken ragihand û got, ew ê hewil bidin bo bernameya navokî ya Îranê kontrol bikin, peymana bi Îranê re û hêzên din yên cîhanê re xurt û berfirehtir bikin.

Blinken diyar kir, Serok Joe Biden gotiye, ger Îran bi awayekî rêkûpêk li gor şertên peymana navokî ya 2015an tevbigere, ew ê jî bi heman awayî hin gavan biavêjin.

Herwiha da zanîn, ew ê bi hevalbendên xwe re li ser dirêjkirin û xurtkirina peymana navokî biaxifin û got, ew ê bi wan hevalbendan re ser kiryarên Îranê yên ‘’îstqirara herêmê xirab dikin.’’ danûstandinan bikin.

Wezîrê Amerîkî destnîşan kir, Tehran divê berpirsiyên xwe yên navneteweyî bi cîh bîne.

Şîretvanê Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Jake Sullivan roja Yekşemê gotibû, Amerîka bo hemwelatiyên xwe yên girtî, bi Îranê re danûstandinê dike.

Tehranê ragihandibû, danûstandina ser girtiyan bi rêya Serbalyozxaneya Swîsre çêdibe ku ew balyozxaneya berjewendiyên Amerîka yên li Îranê temsîl dike.

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike