Peyvdarê Pentagonê di kongireyeke rojnemevanî de ragihand, ku Tirkiye hevpeymana Amerîkayê ye û cihê baweriyê ye û ew ji dilgiraniyên Enqerayê yên girêdayî pirsên ewlehiyê tê digihîjin.
Peyvdarê Pentagonê got: Cizayên Amerîkayê li ser herdu wezîrên Dadê û Navxwe yên Tirkiyê, bandorê li rêketina li ser mijara Minbicê nake.
Herwiha peyvdarê Pentagonê tekez kir, ku Amerîka pabendî rêketina ligel Tirkiyê ye û ew ê kar li gel Enqerê berdewam bike ji bo ewlehiya welatiyên Minbicê û parastina wî bajarî misoger bikin.
Her wiha peyvdarê Pentagonê got: li Minbicê pêwîstiya bi demê bo gerên serbazî yên ligel Tirkiyê heye, da ku ewlehiya wê navçeyê nekeve bin metirsiyê.