Amerîka: Pêwîst e Kurd di guftûgoyên bo pêşeroja Sûriyê de cih bigirin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de got, “Kurd şirîkên mezin in. Pêwîst e Kurd di gotûbêjên ji bo pêşeroja Sûriyê de aliyek bin.”

Mike Pompeo di konferanseke li Washingtonê de li ser rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de axivî û ragihand ku divê Kurd jî di mizakereyên ji bo pêşeroja Sûriyê de cih bigirin û got, “Em dixwazin bibînni ku ew jî li ser masê ne.”

“Pêwîst e çekdarên Îranê ji Sûriyê derkevin” 

Pompeo careke din got ku armanca wan a sereke li Sûriyê şerê li dijî DAIŞê ye û got ku niha du armancên wan hene.

Pompeo diyar kir ku hedefa wan a yekem e ew e ku çareseriyeke siyasî û aşitiyane bo krîza Sûriyê bibînin û ew pabendî biryarên NYê ne.

Mike Pompeo ragihand ku armanca wan a duyem jî derxistina çekdarên Îranê ji Sûriyê ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin