Amerîka: Me gerên hevbeş bi YPGê re nekiriye

Peyvdarê bi navê Wezareta Bergiriya Amerîka Robert Manning ragihand, ku wan tenê li gel HSD dest bi gerên çavdêriyê li ser sînorên Rojava û Bakurê Kurdistanê kiriye.

Robert Manning ragihand, ku ji roja Înê ve, wan li gel HSDê li ser sînorên Rojava û Bakurê Kurdistanê, dest bi gerên çavdêriyê kiriye û diyar kir, ku  demeke destnîşankirî ji wan geran re, nehatiye danînin.

Manning got jî: Em bizavan dikin ku bi riya wan geran, aramiya navçeyê ji nakokiyên di navbera Tirkiyê û HSDê de biparêzên.

Herwiha navhatî red kir, ku wan bi YPGÊ re gerên hevbeş yên çavdêriyê li Minbicê encam dabin û tekez kir, ku gerên hevbeş ên hatine kirin, tenê li gel HSDê bûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin