Amerîka li ser operasyonên Tirkiyê yên li Kurdistanê daxwuyanî da

.

Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku ew ji xeberên di medyayê, yên di derbarê operasyonên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê de dertên agahdarin û li ser êrîşên dawiyê daxwuyanî da.

Wezaret got ku divê Ankara rêz li hukumraniya Iraqê bigre. Ragihandin ji aliyê Buroya Rojhilat a Nêz ya wezareta karên derve de hat dayîn. Buro di ser hesabê xwe yê medya civakî yê fermî de weha got:

“Xebera me ji nûçeyên derbarê agahiyên di çapemeniyê de dertên, yên operasyonên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê heye. Em fikra xwe ya di mijarê de dubare dikin ku divê Ankara rêz li hukumraniya Iraqê bigre.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye