Amerîka li herêmên madeya 140î bicih dibe

Berpirsê PDKê li Xaneqînê Şêx Cafer Mistefa ragihand ku hêzên Amerîkî çûne Xaneqînê û dixwazin li navendên xwe yên li Xaneqînê bicih bibin.

Berpirsê Şaxa PDK yê Xaneqînê Şêx Ceifer Mistefa ragihand ku hêzên Amerîkî çûne Xaneqînê û dixwazin li navendên xwe yên li Xaneqînê bicih bibin. Herwiha hatibû ragihandin ku dê hêzên Amerîkayê li navçeyên Kurdistanî yên li Mûsil û Kerkûkê jî bicih bibin.

Li gor malpera kdp.infoyê Şêx Ceifer Mistefa got, “Piştî ku hêzên Amerîkayê serdana navendên xwe yên kevn li Xaneqînê kirin, grûpên ser bi Heşda Şeibî ve hêzên xwe ji Celewla û derdora Xaneqînê kişandin û tirseke mezin li cem wan çêbûye.”


Berpirsê PDKê da zanîn, “Hêzên Amerîkayê serdana navendên wekî navenda li hemberî dadgehê û serbazgeha Kubra û serbazgeha Baxçe kirine û ji xelkê re gotine emê vegerin û li navendên xwe yên kevn bicih bibin.”

Şêx Ceifer Mistefa daxuyakirin, “Hêzên Amerîkayê serdana navenda me jî kirine û li wir ji Heşda Şeibî re gotine em û Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê emê pêkve vegerin navçeyê. Ev jî xalekî girîng e û dê aramiyê li navçeyên Kurdistanî bicih bike û tundiyê nehêle, ji ber ku ti valahiyeke ewlehî li navçeyê namîne.”

Herwiha çend roj berê jî berpirsên PDKê yên li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140ê ragihandibûn ku ji bo aramiya navçeyên wan dê hêzên Amerîka li navçeyên Kurdistanê yên Mûsil û Kerkûkê werin bicihkirin.

(kdp.info/peyamakurd)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin