Amerîka li herêmê ne li dû avakirina dewletek nuh e

Mustafa Kalpak

1
Sîyasetvanên Tirkan got: Amerîka dixwaze dewleteka kurda ava bike. Tiştek wiha di eslê xwe de tune bû. Tirkîye li dijî Amerîka xwe tûj kir. Li gel Îran, Irak, Rusya yê dostanîyek danî û qismek kêfa rejîma Sûrîyê jî anî.

2
Hin kurd bawer kir, hêvî kir ku Amerîka çewa li Iraqê ji kurdan re Kurdistan ava kir, an bû sedemê avakirina herêma federalî, îcar wê îmkanek li Sûrîyê ji bo kurdên Rojava jî biafirîne.
Nîyeta Amerîka ne do li Iraqê û ne îro li Surîyê avakirina netewekê ye.
(nation building).

3
Amerîka; dema îdara Bushî de, li gor "doktrîna Bush" ew li dij tehlûkeya terora navnetevî di nava "şerê pêşîligir" (preempitive war) de bû. Amerîka cîheke ji xwe re potansîyonel tehdîd bibîne, ew der li dijî berjewendîya xwe dihesibîne. Ew derê cîhê "hêlîna xerabîyê" bi nav dike û derhal dikeve dû pîlanên ku ew tahlûkê çawa hilweşîne, ew ji holê rake. Amerîka stratejîya xwe ya kûrahî weha ava kiriye.

Amerîka bi vê sedemê ket Iraqê û herweha ket Sûrîyê jî. Amerîka ji bo "avakirina netewên nû" ne li rojhilata navîn e.

Şerê Amerîkayê li dijî terorê dema Obama de jî dom kir lê ne wek dema Bush, sert û tûj bû. Obama stratejîya ewleyîya Amerîkayê li ser stratejîya “hêza hişmendî” û "stratejîk sebir" birêvebir. Hefsarê polîtîka sert ya derweyî bi şûnde  vekişand. (strategic restraint)

Obama bidîqat tevdigeriya. Giranî dida dîplomasîyê, ji midaxaleyên tûj û sert xwe dûr
dixist. Obama li Sûrîyê tecrûbeyên sîyaseta Bush jî xwe re nimûne negirt.

4
Trump hîn 20ê Gulana 2017 li Riyadê, pêşberê rêberên 50 dewletên îslamî, sîyaseta hikûmeta xwe anî ziman.
Bi kurtî mesaja Trump ew bû: Çareserîya krîza Rojhilata Navîn di dest dewletên îslamî bi xwe de ye. Bila ew pirsên xwe çareser bikin. Li benda wan (Amerîkayê) nemînin. Amerîka wê di operasyonên leşkerî yên li dijî terorê de piştgiriya wan bike.
Ev peyva Trump wek "Nato'ya îslamî" wê bê avakirin, hat şîrovekirin.

Wek hûn dizanin Saudî Erebîstan bi koalîsyona hin dewletên Ereban li Yemenê di nava şer de ye. Şer li dijî şîîyên Yemenê ye. Armanca vî şerî pêşîligirtina mezinbûna Îrane .

Amerîka dema ji Sûrîyê derkeve, wek "wekîlê" xwe dixwaze Tirkîyê têkeve şûna wî. a) Tirkiye dê jî  jêr de hemberî mezinbûna  Îran bisekine. b) Îdara Trump soz û garantî ji Tirkîyê girtîye ku Tirkîyê di herêmî de li dijê tevgeren terorîstên îslamî roleke mezin bilîze. Ji bo Amrîka  hebûna Tirkiyê li Sûrîyê garantîya avakirina balanse ke li hember Rusya û Îrane. Amerîka li hemberê Rusya û Îranê, Tirkîyê ji xwe re "dostê stratejik" dibîne. Jixwe Tirkiye mûtefîkê wan ê Natoyê ye jî. 

5
Trump, dev ji konsepta Bush ya "şerê li dijî terorê" wek hedefa sereke berdide, vî karî dixe ser milê dewletên musilmanên ku ew ji xwe re dost dibîne (natoya mislimanan).
Trump, "şerê tîcaretê" daye ber Amerîkayê.

Serokên Amerîka ya şereki didine seknandin an şerekî derdixînin bi wê bi nav û deng dibin.

6
Gava pirsa kurd dibe pirsa navnetewî, rîska wî heye pirs ji destê xwedîyê wî derkeve bikeve destê hinekan.

Li Irakê, gotina Amerîka, li Sûrîyê ya Rusyayê û li Tirkiyê, gotina YE (Yekîtiya Ewrûpa) bi pere dike.

 
 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin