Amerîka li Cenêvê beşdarî gotûbêjên destûra Sûriyê dibe

Berpirsekî ji Wezareta Derve ya Amerîka got, Amerîka wê beşdarî civîna Cenêvê ya bê de amade bibe û beşdarî danûstandinên derbarê destûra nû ya Sûriyê bibe.

Berpirsekî ji Wezareta Derve ya Amerîka got, Amerîka wê beşdarî civîna Cenêvê ya bê de amade bibe û beşdarî danûstandinên derbarê destûra nû ya Sûriyê bibe. Heman berpirsê Amerîkî got, Amerîka ji aliyê Nûnerê YN yê Taybet ji bo Sûriyê Staffan De Mistura hatiye vexwandin ji bo beşdarî danûstandinên Cenêvê bibe, ku roja 14ê Îlonê wê pêk were. Amerîka jî ew vexwandin qebûl kiriye.

 

Nûnerê Amerîka yê Taybet ji bo Sûriyê James Jeffrey û Nûnerê Rêveberiya Amerîka yê taybet ji bo Sûriyê Joel Riborne wê beşdarî civîna Cenêvê bibin.

Netewên Yekgirtî duh ragihand, Amerîka, Brîtanya, Siûdî, Almanya, Urdin, Fransa û Misir, ji bo civîna Cenêvê ya roja 14ê Îlonê, hatine vexwandin.

De Mistura got, ew dixwaze berî civîna salane ya serokên cîhanê li Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî, ku tê çaverêkirin di dawiya meha Îlona de li New Yorkê birêve here, komîta destûrê ya Sûriyê ji nûnerên rêjîm û muxalefeta Sûriyê pêk bîne.

Biryara avakirina komîteya destûra nû ya Sûriyê di hevdîtinên Sochi ya Rûsyayê de hat standin. Rejîma û Sûriyê 50 nav û muxalefetê jî 50 nav ji bo wê komîtê pêşkêş kiribûn.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin