Amerîka: Kurdistaneke bihêz bo aramiya Iraqê pêwîst e

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ku ji bo Iraqeke aram heta demeke dirêj û jinavbirina DAIŞê bi yekcarî, divê hikûmeteke Herêma Kurdistanê ya bihêz li Iraqê hebe.

Nauert her wiha  tekez kir, ew Hewlêr û Bexdayê jî teşwîq dikin, da ku pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert, roja Pêncşemê di civîneke çapemeniyê de, li ser vekirina rêya sereke ya navbera Hewlêr û Kerkûkê de û herwiha danîna gumrikê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve li ser vê rêyê axivî û got, evna pirseke navxweyî ya Iraqê ye û divê Hewlêr û Bexda vê pirsê çareser bikin.

 

Nauert,  herwiha da zanîn, ku ew Hewlêr û Bexdayê pal didin daku pirsgirêkên di navbera wan de mane çareser bikin û got: "Bi baweriya me hikûmeteke bihêz a Herêma Kurdistanê di nav Iraqeke yekgirtî û federalî de destpêkeke bo aramiyeke demdirêj li Iraqê."

 

 Li ser pêwîstiya hikûmeteke bihêz a Herêma Kurdistanê jî, Nauert da xuyakirin: Em di wê baweriyê de ne, hikûmeteke bihêz a Herêma Kurdistanê di nav Iraqeke yekgirtî û federal de tiştekî seratayî ye, ji bo aramiya demdirêj li Iraqê û têkbirina DAIŞê bi temamî.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin