Amerîka jina sîxur a li Hewlêrê hatiye desteserkirin ceza kir

.

23 sal zîndan li jineke Amerîkî hat birîn ku sala 2020an bi tometa sîxurî li ser hêzên Amerîka kiriye li Hewlêrê hatibû desteserkirin. 

23 sal zîndan li jineke Amerîkî hate birîn ku sala 2020an bi tometa sîxurî li ser hêzên Amerîka kiriye li Hewlêrê hatibû desteserkirin.

Dadgeha Wîlayeta Minnesota, 23 sal zîndan li jinek Amerîkî birî ku sala 2020an li Hewlêrê hatibû desteserkirin. Tometa wê ew bû, wê zanyariyên nehênî derbarê hêzên Amerîka li Iraqê didan kesekî Lubnanî û wî kes jî ew zanyarî digihandin Hizbulaha Lubnanî.

Li gor medyaya Amerîka, Mariam Taha Thompson ya 62 salî, di sala 2019an de wek wergêr bi hêzên Amerîka re li baregeheke Hewlêrê kar dikir, piştî kuştina Qasim Suleymanî di destpêka sala 2020an de, Mariamê zanyarî li ser wê operasyonê û kesên tê de beşdar bûne dan wî kesê Lubnanî.

Piştî biryara dadgehê, Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de balav kir, Mariamê bi wî karî baweriya gelê Amerîka ji dest da û kirdarî jî metirsî xiste ser ewlehiya Amerîkayê.

K24

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn