Amerîka ji peymana nukleerê ya ligel Rûsyayê vedikişe

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku welatê wî dê ji Peymana Hêzên Nukleerê ya ligel Rûsyayê, vekişe.

Donald Trump li eyaleta Nevadayê piştî axaftina xwe ya hilbijijartinê, der heqê Peymana Hêzên Nukleerê ku di navbera Amerîka û Rûsyayê de hatiye îmzekirin de daxuyanî da.

 

Donald Trump tekez kir ku Rûsya peymanê binpê dike û wiha pê de çû: "Ev bûye gelek sal ku peyman binpê dikir û herwiha ez nizanim bê ka Serok (yê berê) Barack Obama çima ev mijar gotûbêj nekir an jî ji peymanê venekişiya."

 

Trump diyar kir ku ew dê destûr nedin ku Rûsya, peymaneke nukleerê binpê bike û çekên ku Amerîka îzna wê nade, çêke û wiha axifî: "Em li ser peymanê man û me rêza xwe nîşanî peymanê da, lêbelê  Rûsyayê rêz nîşanî vê peymanê neda û ji ber vê çendê jî em dê peymanê hilweşînin û ji peymanê vekişin."

 

Trump got ku heger Rûsya û Çîn bi peymaneke nû neyê ber deriyê wan, Amerîka dê çeka xwe çêke.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin