Amerîka ji HSDê re: Bi rêjîmê bilez neke

Dîpolmatekî bilind ê Amerîkayê radigihîne, haya wan ji danûstandinên HSD û rêjîma Sûriyê heye û Washingtonê biryara xwe yekalî kiriye û hêzên xwe ji Sûriyê venakişîne.

Rojnameya “Almodon” li ser zarê dîpolmatekî Amerîkî ku serdana Emanê paytexta Urdinê kiriye veguhastiye, di du hefteyên borî de rêveberiya Amerîkayê helwesta xwe guhartiye û daxwaz ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kiriye ku di danûstandinên bi rêjîma Sûriyê re bilez neke û ti biryarên bilez negire.

Wî dîplomatê Amerîkî vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, bi hebûna hêzên Îranî yên li Sûriyê ne ve girê da û got: “Amerîka ji nêzîk ve tevgera hêzên Îranî dişopîne,bi taybet li cihên stratejîk.”

Derbarê derketina hêzên Îranî ji Sûriyê, got: “Rûsyayê gelek name ji Amerîkayê re şandine ku hêzên Îranê dê derkevin, lê rêveberiya Amerîkayê bi gûman e ku Rûsya karibe Îranê ji wî welatî derbixe.”

Herwiha wî dîplomatê Amerîkî dûr dît ku rêjîma Sûriyê ti êrîşê li ser navçeyên ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî tê de ne (bakurê rojhilatê Sûriyê) bike û got: “Ev yek dê xwekuştin be.”

Got jî: “Amerîka ta radeyekê dosya Sûriyê radestî Rûsyayê kiriye, lê bi merca dîtina çareseriyeke siyasî di riya danûstandinên Cenêvê re, ne Astanayê.”

Li ser Komîta Destûrî da zanîn ku baweriya wan bi encamên danûstandinên komîtê nayê û got: “Pirsgirêk ne di destûrê de ye, heta destûra niha ya Sûriyê jî ti pirsgirêk tê de nîne. Lê pirsgirêk di têgihîştina rêjîmê û dezgehên ewlekariyê ji destûr û yasayan re ye.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin