Amerîka îro cezayên li ser Tirkiyê cîbicî dike

Îro duşemî 13ê Tebaxê Amerîka cezayên aborî yên li ser Tirkiyê dixe warê cîbicîkirinê. Berpirsên Tirkiyê jî dibêjin, aboriya welatê wan bûye armanca êrişê û tekez dikin, ku bo rûbirûbûna wê rewşê wan pilanên xwe amade kirine.

Wezîrê Bazirganiya Amerîkayê, Wilbur Ross ragihandiye, li gorî biryareke Doanld Trump, wan bac xistiye ser hawirdekirina Pola û Aleminyoma ji Tirkiyê û ew dê baca 25% a li ser berhemên Pola û Alemînyomê yên Tirkiyê heta 50% zêde bikin.

 

Wezîrê Bazirganiya Amerîkayê, herwiha daye xuyakirin, ew dê hewil bidin ku rêjeya Pola û Aleminyoma ku ji Tirkiyê ber bi Amerîkayê tê hawirdekirin, kêm bikin û di aliyê berhemanîna wan du kanzayan de bêtir sektora navxwe pêş bixin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin