Amerîka: Iraq ji bo asayîşa me ya niştimanî girîng e

.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Joey Hood diyar kir; welatê wan ji aliyê serbazî û darayî ve li Iraqê dimîne. 

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Joey Hood diyar kir; welatê wan ji aliyê serbazî û darayî ve li Iraqê dimîne û tekez kir ku Iraq ji bo asayîşa niştimanî ya Amerîkayê girîng e.

Joey Hood ragihand; çar meh maye ku Amerîka ji Iraqê vekişe, ji bo vê yekê ligel aliyan gotûbêj dike, da ku bi temamî DAIŞê ji nav bibin heta dema ku dimîne.

Hood diyar kir; Washington ji nêz ve çavdêriya hilbijartinên pêşwext ên Iraqê dike, ku biryar e di 10ê Cotmeha îsal de birêve biçe, ji bo vê yekê jî piştevaniya darayî dide hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî.

Herwiha eşkere kir; Amerîka li Iraqê dimîne û di alîkarîkirina serbazî û darayî de bo Bexdayê berdewam dibin, ji ber ku Iraq yek ji wan welatan e ku ji bo berjewendiyên Amerîkayê li navçeyê, girîng e.

Yek ji xalên herî girîng jî, ku Joey Hood bak kişandiye ser, Amerîka ji bo çavdêrîkirina hilbijartinên Iraqê, ji aliyê darayî ve piştgirî dide û di warên serbazî, dîplomasî û darayî de ligel Iraqê berdewam dibe.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye