Amerîka: Îran dagere ser peymana berê jî têr nake

.

 Li Koşka Sipî ya serokatiya Amerîkayê mijara niha bernama nukleerî ya Îranê ye û Amerîka dibêje dagera Îranê ya ser bernama nukleerî ya berê têr nake û divê bi hinek mijarên din re li serê bê axaftin. Berdevkê Koşka Sipî Jen Psakî dibêje bo dagera Îranê bo ser peymana berê di destê Amerîkayê de wextekî nîne an ku tabloyeka wext nîne û weha dewam dike:

“Serok Biden di rêya dîplomasiyê de firehkirin an dirêjkirina dorpêçên nukleerî, bernama Îranê ya fuzeyên balîstîk û xebatên Îranê di herêmê de divê li ser wan biaxifin.”

Psaki, li ser mijara dagera Îranê ya ser peymana nukleerî bersiva rojnamevanan weha da:

“Ez nikarim bo wexta dagera ser peymana berê wext bidim. Lê divê Îran li ser bernama nukleerî bimîne. Biden, şansê danîna têkiliyên nû bi Îranê re dibîne. Di mijara bernama nukleerî ya bi Îranê re em ê bi hevkar û hevparên xwe re bixebitin û em bawerin em ê karibin pêşde herin.”

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû