Amerîka: Hîn Şingal di bin destê Heşda Şeibî û PKKê de ye

.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Navîn: Di vê rewşê de jî, ti koçberek naxwaze vegere ser cih û warê xwe. 

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Navîn Joey Hood radigihîne, hîn Şingal di bin destê Heşda Şeibî û PKKê de ye.

Joey Hood di çarçoveya beşdariya di vîdyokonferansekê bi boneya salvegera komkujiya Şingalê de ragihand, Şingal hîn di bin destê Heşda Şeibî û PKKê de ye û di vê rewşê de jî, ti koçberek naxwaze vegere ser cih û warê xwe.

Wî berpirsê bilind ê Amerîka diyar kir jî: “Her dema hêzên ewlehiyê yên xwecihî li Şingalê hatin avakirin, Amerîka amade ye wan rahênan bikin, lê em nikarin wan hêzan pêk ava bikin û divê Hikûmeta Iraqê ya Navendî wî karî bike.”

Ev di demekê de ye, îro salvegera heftem a êrîşa DAIŞê li ser Şingalê ye ku tawanên hovene anîn ser xelkê wê, mêr û ciwan kuştin û jin û keç revandin û li bazarên Mûsil, Reqa û hin navçeyên din firotin. Herwiha bi hezaran jî xelkê Şingalê koçber bûn.

(K24)

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye