Amerîka Hêzên Xwe Dişîne Parêzgeha Enbarê

Ti zanyarî li ser veguhaztina wê karwanî nîne û ti tiştekê ji armanca Amerîkayê nizanin ji şandina wê hêza mezin.

Berpirseke navxweyî li parêzgeha Enbarê ragehand: karwane serbazî ya Emerîkî ku ji 108 barhelgirên meizin ji çek û pêdvîyên cengî yên corbicor, ji Ûrdinê ve ber bi bingeha serbazîya Eyîn Esed li parêzgeha Enbar birêkevt  û li derazînka sinûrî derbaz bûye bo nav axa Îraqê.

Mêdyayên Îraqî ji wî çavakanîyê ku amaje bi navî wî nehatîye kirin, belavkirîne: Kompanîyayeke ewlehîyê binvê Memleket Eltawûs li gel wê karwan serbazîya Emerîkayê ye û li asman jî firokeyên Emerîkayê parêzgarîyê li wê karwanê dikin. Amaje bi wê yekê jî daye ku armanc ji veguhaztina wan pêdivîyên serbazî ji Ûrdinê ve ber bi bingeha serbazîya Eyin Elesed li rojavaya Enbarê ne zelale.

Ewî çavkanî aşkera jî kirîye, ku ew fermandeyên serperiştîya ewlehkarîya devera rojavaya Enbar dikin, ti zanyarî li ser veguhaztina wê karwanî nîne û ti tiştekê ji armanca Emerîkayê nizan in ji şandina wê hêza mezin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran ji kuştin û girtina Kurdan têr nabe
Amerîkayê êrişî 3 tesîsên nukleerî yên Îranê kir
Serokwezîrê Brîtanyayê: Nabe ku Îran çekên atomî çêke
Ji Hikûmeta Iraqê daxuyaniya êrîşa Amerîka ya ser Îranê
Li Tehranê şer di navbera hêzên ewlehiyê û komeke çekdar de çê bû