Amerîka hêzeke şerker dişîne Iraq û Herêma Kurdistanê

.

Biryar e Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) hêzeke şerker bişîne Iraqê û wê hêzê li çend navçeyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi cih bike.

Li gor nûçe K24ê ku ji çavkaniyeke Pentagonê zaniye, artêşa Amerîka biryar daye Firqeya Stryker ku ji 1800 leşker pêk tê bişîne Iraqê li cihê Firqeya 256 Peyade bi cih bike.

Li gor zanyariyên K24ê, hêza şerker a Stryker li baregehên leşkerî yên Amerîka li Balefirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û baregeha asmanî ya Eyn Esed bi cih dibe.

Ev di demekê de ye, êrîşên grubên çekdar û mîlîşyayên Iraqê li ser baregehên Amerîka zêde bûne û piraniya wan êrîşan bi riy drone û mûşekan tên kirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye