Amerîka: Herêma Kurdistanê xwedî şîyanên başe bo parastina dîplomatan

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka radigihîne, wî di civînê xwe ya li Hewlêrê de, behsa bihêzkirina pêwendîyên bi Herêma Kurdistanê re kirîye.

Navenda Nûçeyan- Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk David Schenker di derbarê hûrgilîyên serdana xwe bo Hewlêrê de aşkere kir, wî di civînên li Hewlêrê yên bi serkirdatîya Herêma Kurdistanê re, spasîya hevpeymana xwe Kurd kirîye û aşkere kir jî, ti nîyaza Amerîka ya alozkirina rewşê nîn e û ew bi arambûna rewşê re ye.

Li gor daxuyanîyeke Wezareta Derve ya Amerîka, David Schenker dibêje, Amerîka li Iraqê şanazîyê bi hevpeymanîya bi Kurd re dike û wî di civînên xwe yên li Hewlêrê de jî, behsa bihêzkirina pêwendîyên bi Herêma Kurdistanê re kirîye.

Herwiha David Schenker behsa girîngîya pêgeha Kurd li navçeyê kir û amaje bi wê yek kir, pêwendîyên wan ên stratejî bi Kurd re, vedigere sala 1991an.

Herwiha di konferanseke rojnamevanî de di bersiva pirseke rojnamevanekî de, sedema serdana xwe ji Hewlêrê re û neçûna wî bo Bexdayê aşkere kir û got, heta niha rewşa Bexdayê aloz e.

Tekez kir jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê karîneke wê ya baş heye, ji bo parastina dîplomatkar û navendên dîplomasîyê yên Amerîka heye.

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Çalakiyên berfireh bi hilkefta 22ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve diçin
Riha û Urmiye bûn destbirak
Şêwirmendê Ewlekariyê ya Iraqê: Divê mûçeyên karmendên Kurdistanê bên dabînkirin
Trump nameyeke gumrikê ji 7 welatên nû re şand!
Dadgehê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo 13 kesan îdam û 219 sal ceza da