Amerîka êrîşa Îranê ya li ser Koyê şermezar kir

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence êrîşa Îranê ya li ser baregahên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Koyê şermezar kir.

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence îro li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî pêk anî û herdu aliyan behsa çend mijaran kir.

Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, Mike Pence êrîşa bi moşekî ya Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê wek, “hewldanek ji bo êrîşkirin û neseqamgîrkirina cîranê xwe yê herî nêzîk” binav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku herdu serkirdeyan li ser helwesta Kurd a ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê guftûgo kirine û herwiha balkişandine ser hevbeşbûna stratejîk a di navbera Kurdan û Amerîkayê de.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin