Amerîka: Em ji Minbicê venakişin

Fermandarê Hêzên Navendê yên Amerîkayê (CENTCOM) General Joseph Votel di derbarê Minbicê de daxuyanî da û got, "Fikra me tune ye ku em ji Minbicê vekişin."

Generalê Amerîkayê di daxuyaniya xwe ya ji bo CNN Internationalê de anî ziman ku ew nafikirin ku ji Minbicê vekişin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu roja şemiyê de di daxuyaniyeke xwe de gotibû, "Divê Amerîka peywendiya xwe ya bi rêxistineke terorê re biqedîne. Û divê wan bêçek bikin û çekên xwe ji wan bistînin. Divê tavilê ji Minbicê jî vekişin."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin